Şam-SANA
Wezareta Parastinê ragihand ku Artêşa Sûrîyê navenda Tenefê wergirt û derdora wê ewle kir.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro pêncşemê got: “Bi rêya hevahengîya di navbera her du alîyên Sûrî û Amerîkî de, yekîneyên Artêşa Sûrîyê bingeha Tenefê wergirtin, bingeh û derdora wê ewle kirin û dest bi belavbûna li ser sînorê Sûrî-Iraqî-Urdunî li çoltera Tenefê kirin.”
Her wiha wezaretê got: “Hêzên parastina sînor ên wezaretê dê dest bi wergirtina erkên xwe û belavbûna li herêmê di rojên bê de bikin.”