Şam-SANA
Emîndarîya Giştî ya Serokkomarîyê pêşwazî li şandeke nûnerên civata Mesîhî ya Latînî kir û çend mijarên girêdayî Dêra Latînî û rewşa dibistan û avahîyên girêdayî wê ku berê ji alîyê rejîma rûxîyayî ve hatibûn desteserkirin, bi wan re gotûbêj kirin.
Alîkarê Emîndarîya Giştî ji bo Karûbarên Civata Wezîran Elî Kide, tekezî li ser giringîya avakirina wêneyekî giştî derbarê rewşa van dibistanan û pêwîstîya koordînasyona bi Wezareta Perwerdeyê re kir, ji bo gihîştina çareserîyên herî baş ên ku parastina mafên Dêra Latînî û xwendekarên van dibistanan misoger bike.
Ji alîyê xwe ve, endamên şandê spasîya xwe ji bo hewldanên alîyên hikûmetê dîyar kirin û tekezî li ser giringîya dîtina çareserîyên bingehîn ji bo pirsgirêka desteserkirina milkan kirin, bi awayekî ku di bihêzkirina aramîya perwerdeyî û olî de li Sûrîyê bibe alîkar.

