Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêk anî, û tê de pêşketinên dawî yên li herêmê gotubêj kirin. Serok El-Şeri’ tekezî li ser girîngîya piştgirîkirina rêça sîyasî ya Sûrîyê û xurtkirina aramîya wê kir.
Her wiha di peywendîya duh Şemîyê de, behsa lihevkirina seranserî di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê hat kirin. Serokê Fransayê pîrozbahîya xwe ji bo vê lihevkirinê anî ziman û tekez kir ku pêwîst e were cîbicîkirin bi awayekî ku yekbûn û serwerîya Sûriyê dabîn bike.
Di vê çarçoveyê de, Serok Macron bal kişand ser pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamîya hevahengîyê da ku piştevanîya Sûrîyê û gelê wê di rêya aramî, dadmendî û jinûveavakirinê de bike.