Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistafa ragihand ku çarenûsa rojnamevanê Sûrî Fîras El-Bercis hîn nediyar e, piştî ku malbat û xizmên wî piştrast kirin ku ew ne di zindana El-Eqtanê ya bajarê Reqayê de bû.
El-Mistafa di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê duh Şemîyê zelal kir ku hin jêder dîyar dikin ku HSDê El-Bercis veguhastiye zindaneke veşartî ya bin erdê li bajarê Kobanê (Eyn El-Ereb), piştî ku îşkenceya fîzîkî û derûnî li dijî wî hatiye kirin.
Rêxistina HSDê di 6ê Kanûna Pêşî ya borî de El-Bercis bi hinceta karê wî bi dezgehên ragihandinê yên hikûmetê re girtibû. Di heman demê de, Wezareta Ragihandinê rêxistina navborî berpirsyara silaymetîya El-Bercis dît û daxwaza azadkirina wî ya bilez kir, û tekez kir ku ew dê ji bo vê yekê çi ji destê wan bê bikin.