Şam-SANA
Destpêşxerîyeke taybet li Mizgefta Îmam Şafiî li Şamê peyda bû; cihê nimêjê ji bo kesên ker û lal hat veqetandin û wergêrekî zimanê nîşananê hat dabînkirin da ku naveroka xutbeya Înê bigihîne wan. Ev gav bi armanca xurtkirina tevlîbûna wan kesan bo nav civakê û mîsogerkirina mafê kêmendamên bihîstinê ye, da ku bêyî tu asteng bigihîjin xizmetên olî.
Ev destpêşxerî bi hevrêzkarîya di navbera Wezareta Ewqafê û Wezareta Karûbarên Civakî û Kar de pêk hat. Vê gavê kêfxweşîyeke mezin di nav beşdaran de peyda kir, û ew kêfxweşî anîn ziman ku êdî dikarin xutbeyê fêm bikin.
Nûnerê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar dîyar kir ku ev gav dê di qonaxên bê de li mizgeftên din ên Sûrîyê jî bê berfirehkirin, ji ber bandora wê ya erênî di tevlîkirina kesên ker û lal di nav civakê de û xurtkirina rola wan.





