Şam-SANA
Wezareta Ewqafê fermanek ji bo hemû kesên di warê olî de kar dikin û mamosteyên dînî derxist; tê de bang kir ku pabendîyê bi gotara olî ya mîyanrew a xelkê dighîne hev bikin, ya ku nirxên dostanî û hezkirinê xurt dike, û ji gotara nefretçêker, a ku xelkê li hev sor dike û dibe sedema fitne û nakokîyên tayifî, mezhebî an nijadî, dûr bikevin.
Wezaretê îro Çarşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev ferman ji bo bicihanîna hukmên Mersûma Serokkomarîyê ya bi hejmara 13 a sala 2026an tê, û armanca wê parastina malên Xwedê û sazîyên olî ye, daku bibin ronahîya rêya yekkirina peyvê û nêzîkkirina dilan, bi awayekî ku beşdarîyê di çespandina têgehên jîyana hevbeş û aştîya navxweyî di navbera hemû pêkhateyên civakê de bike.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Ehmed El-Şeri’ roja Îna borî Mersûma Serokkomarîyê ya hejmar 13 a sala 2026an derxist, tê de tekez kiribû ku welatîyên Sûrî yên Kurd beşekî resen ji gelê Sûrîyê ne, û nasnameya wan a çandî û zimanî hêmanekî bingehîn ji nasnameya neteweyî ya Sûrîya yekgirtî ye, di çarçoveya dewletekê de ku li ser bingeha hemwelatîbûn, piralîbûn û rêzgirtina li cihêrengîyê ava dibe.