Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serokatîya Sûrîyê: Têgihiştineke Hevbeş di Navbera Hikûmeta Sûrîyê û HSDê de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Serokatîya Sûrîyê: Têgihiştineke Hevbeş di Navbera Hikûmeta Sûrîyê û HSDê de

Serokatîya Sûrîyê: Têgihiştineke Hevbeş di Navbera Hikûmeta Sûrîyê û HSDê de

2026/01/20
1 week ago

Şam-SANA


Serokatîya Komara Sûrîyê tekez kir ku têgihiştineke hevbeş di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de, derbarê hejmarek mijarên girêdayî paşeroja parêzgeha Hesekê, hatiye bidestxistin.

Serokatîya Sûrîyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyek jê wergirtiye, îro Sêşemê dîyar kir ku li ser dayîna dema çar rojan ji bo HSDê hatiye lihevkirin daku şêwirê bikin ji bo danîna planeke berfireh ji bo mekanîzmaya tevlîkirina herêman bi awayekî pratîk.

Serokatîyê got: “Di dema lihevkirinê de, hêzên Sûrîyê nakevin navenda bajarên Hesekê û Qamişloyê û dê li derdora wan bimînin, li ser vê yekê ku piştre nexşerêya demî û hûrgulîyên taybet bi tevlîbûna aştîyane ya parêzgeha Hesekê, bajarê Qamişlo jî tê de, were gotubêjkirin.”

Her wiha hat tekezkirin ku hêzên serbazî yên Sûrîyê nakevin gundên Kurdan, û tu hêzên çekdar di wan gundan de bi cih nabin, tenê hêzên ewlekarîya herêmî ji xelkê herêmê li gorî rêkeftinê dê hebin.


Serokatîya Sûrîyê di daxuyanîya xwe de amaje pê kir ku birêz Mezlûm Ebdî dê berbijêrekî ji HSDê ji bo posta Alîkarê Wezîrê Parastinê pêşnîyar bike, tevî pêşnîyarkirina berbijêrekî ji bo posta parêzgarê Hesekê, û navan ji bo nûnertîya di Encumena Gel de û lîsteya kesan ji bo karkirinê di sazîyên dewleta Sûrîyê de.

Hat piştrastkirin ku herdu alîyan li ser tevlîkirina hemû hêzên serbazî û ewlekarîyê yên HSDê di nav wezaretên parastin û hundirîn de lihev kir, ligel berdewamîya danûstandinan li ser mekanîzmaya tevlîbûnê ya hûrgulî. Her wiha sazîyên sivîl jî dê di nav avahîya Hikûmeta Sûrîyê de cih bigirin.


Hat dîyarkirin ku mersûma hejmar 13 a girêdayî mafên zimanî, çandî û mafên hemwelatîbûnê yên Kurdan dê were cîbicîkirin, ev jî nîşana pabendbûna hevbeş e ji bo avakirina Sûrîyeke yekgirtî û bihêz ku li ser bingeha şirîkatîya niştimanî û garantîkirina mafên hemû pêkhateyan hatiye avakirin.


Hat destnîşankirin ku pêkanîna vê têgihiştinê dê ji saet heştê êvara îro ve dest pê bike.

Wezareta Derve: Li Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li Helebê ji bo Vegerandina Pergala Giştî Operasyoneke Sînorkirî
Paşmayên Rejîma Ruxandî Xwepêşandanan ji bo Pêkanîna Êrîşên Çekdarî bi Kar Tînin
Civînek li Emîndariya Giştî ya Serokatiya Komarê Pirsgirêkên Veguhestina Bejayî li Sûriyê Gotûbêj Dike
Mersûma Hejmar 13 ya Derbarê Kurdên Sûrîyê de Pêngaveke Girîng e ber bi Xurtkirina Hemwelatîbûnê ve
Parêzgeha Şamê Yadaştnameyên Hevkarîyê yên Plansazîya Domdar Îmze dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDHikûmeta SûrîyêSerokatîya Komara Erebî ya SûrîyêTêgihiştina Hevbeş
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Civînek li Wezareta Perwerdeya Sûrîyê ji bo gotubêjkirina amadekarîyên werzê xwendinê yê duyem

12 hours ago

YE: Bikaranîna Çekên Kîmyewî ji Hêla Rejîma Esed ve Sûcê Şer e

12 hours ago

Hevpeymanîya Navdewletî ya Navendên Çareserkirina Nakokîyan “Pasaporta Cîhanî” dide destpêkirin

12 hours ago

Beşên polîsan li Laziqîyê radestkirina nasnameyan ji bo xwedîyên kartên lihevkirinê berdewam dikin

12 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?