Şam – SANA
Wezîra Karên Civakî û Kar, Hind Qebewat, tekez kir ku Mersûma Serokatîyê ya hejmar “13” ya taybet bi hemwelatîyên Kurdên Sûrîyê, vegera mafê wan û parastina nasnameya wan a çandî û neteweyî misoger dike. Tekez jî kir ku pêşketin û vejîna Sûrîyê bi awayekî xurt bi pêşkeftina hemû pêkhateyên wê bêyî tu cudahî ve girêdayî ye.
Wezîr Qebewat di daxuyanîyeke xwe de îro Şemîyê, pesnê mersûma hejmar “13” da û dîyar kir ku ev mersûm wekî gaveke pratîk û girîng tê dîtin ber bi xurtkirina hemwelatîbûna wekhev ve, rakirina hemû şêweyên cudakarîyê, parastina mafên rewa yên hemû hemwelatîyan, û avakirina nasnameyeke Sûrî ya giştgir ya ku li gor maf û erkan tê nirxandin.
Qebewat tekez kir ku Kurd beşekî resen û bingehîn ên nasnameya Sûrîyê ya dewlemend in. Her wiha amaje kir ku pirrengîya nijadî, çandî û olî ya ku civaka Sûrîyê pê tê naskirin, çavkanîyeke hêzê ya rastîn e û bingeha berdewamîya welêt e.