Şam – SANA
Tîmên endazyarîyê yên pispor ên ser bi Wezareta Navxwe ve erebeyeke bombekirî ku li kolaneke sereke li bajarê Dêr Hafirê li rojhilatê parêzgeha Helebê hatibû parkkirin pûç kirin, bêyî ku ti zîyanên canî yan madî çêbibin.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku di çarçoveya hewldanên xwe yên berdewam ji bo parastina welatîyan de operasyonên lêgerîna ewlehîyê li herêmê didomîne. Her wiha bang li welatîyan kir ku nêzîkî ti tiştên gumanbar nebin û yekser yekîneyên Wezareta Navxwe yên li bajêr belavbûyî agahdar bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Sûrîyê duh kontrola xwe li ser bajarên Dêr Hafir û Meskenê û 34 gund û bajarokên gundewarê rojhilatê Helebê sepand, di demekê de ku bi sedan endamên rêxistina HSDê xwe teslîmî artêşê kirin.





