Şam – SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa tekez kir ku yekîtîya Sûrîyê mijareke tekûz e û veger jê nîne û destnîşan jî kir ku dewleta Sûrîyê serdemeke nû li ser bingeha “hemwelatîbûna wekhev” di navbera hemû pêkhateyan di maf û erkan de dide destpêkirin.
Wezîr Mistefa di hevpeyvînekê de ligel kanala “BBC” duh Şemîyê dîyar kir ku pêşketinên leşkerî yên dawî li gundewarê rojhilatê Helebê, bersivek bûn li ser gurkirina rewşê ji alîyê rêxistinên HSDê û PKKê ya terorîst û binpêkirina peymana 1ê Nîsana 2025an.
Mistefa bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Sûrîyê hîn pabendî peymana 10ê Adara 2025an e ku mîkanîzmên tevlîbûna endamên HSDê di nava sazîyên leşkerî û sivîl ên dewletê de dîyar dike, tevî sîyaseta paşxistinê ya ku HSDê dimeşîne.
Li dawîyê jî, Mistefa piştrast kir ku azadîya ragihandinê li Sûrîyê vêga ji welatên cîran pêşketîtir e, dîyar jî kir ku wezaretê molet daye zêdetirî 500 dezgehên ragihandinê. Her wiha bal kişand ser arasteya ber bi çespandina têgeha “ragihandina giştî” wekî alternatîfa ragihandina hikûmî ya klasîk.