Şam-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Hind Qebewat, tekez kir ku biryarnameya serokatîyê ya hejmar “13” a taybet bi welatîyên Kurd ên Sûrîyê, vegerandina mafê wan di parastina nasnameya wan a çandî û niştimanî de misoger dike. Qebewat her wiha destnîşan kir ku pêşketin û vejîna Sûrîyê bi awayekî xurt girêdayî pêşketina hemû pêkhateyên wê ye.
Qebewat piştrast kir ku Kurd parçeyekî resen û jêneger ji nasnameya Sûrîyê ya dewlemend pêk tînin. Wê amaje kir ku pirrengîya etnîkî, çandî û olî ku civaka Sûrîyê pê tê naskirin, çavkanîya hêzeke rastîn û bingehek ji bo berdewamîya welat e.
Serok Ehmed El-Şeri’ duh biryarnameya hejmar 13 ya sala 2026an derxistibû, ku tekez dike welatîyên Kurd ên Sûrîyê parçeyekî bingehîn û resen ji gelê Sûrîyê ne.