Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê herêma rojavayê Firatê wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand, piştî ku mîlîşyayên PKKê yên terorîst hêzên artêşê kirin armanc di dema bicihanîna peymana vekişîna endamên wan ji herêmên rûbirûbûnê yên li rojhilatê Helebê.
Desteya Operasyonan dîyar kir ku mîlîşyayên PKKê yên terorîst pira Şueyb El-Zikir li gundewarê Reqayê yê rojava bi bombeyan bar dikin ji bo rawestandina bicihanîna peymanê, û hişyarî da ku teqandina vê pirê dê bibe sedema têkdana peymanê û dê encamên pir xerab û giran bi xwe re bîne.
Desteyê amaje pê kir ku artêş ketiye parêzgeha Reqayê, û serdestîya xwe li ser bajarokê Dibsî Efnanê li rojavayê parêzgehê bi cih kiriye û ber bi Tebqayê ve pêş dikeve.
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê pêşwazîya biryara vekişîna rêxistina HQSDê ji herêmên rûbirûbûnê yên li rojavayê çemê Firatê kiribû, û tekez kiribû ku ew dê temamkirina vê vekişînê bi hemû alav û endaman ber bi rojhilatê çîm ve bi hûrgulî bişopîne, wekî amadekarîyekê ji bo misogerkirina vegera ewle û bilez a welatîyan bo mal û gundên wan, û destpêkirina vegera sazîyên dewletê.