Şam-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan êrîşa rêxistina HSDê bi droneeke ku avahîya parêzgeha Helebê kiribû armanc şermezar kir, û daxwaz kir ku ji armancgirtina sivîlan û sazîyên sivîl dûr bikevin û rêzê li rêgezên qanûna navneteweyî ya mirovî bigirin.
Rêveberîya Ragihandinê li Helebê duh Şemîyê ragihandibû ku rêxistina HSDê avahîya parêzgehê bi dronekê armanc girtiye, di dema lidarxistina konferanseke rojnamevanîyê de. Rêveberîyê tekez kir ku ev destdirêjî reftara tawanbar a rêxistina HSDê nîşan dide ku hewl dide dengê ragihandinê bitepisîne da ku nehêle rastî bigihin raya giştî.