Şam-SANA
Hêzên Pasewanên Sînorî di Artêşa Erebî ya Sûrî de 5 kes li gundewarê Tertûsê girtin, dema ku wan hewl dida bi rêyên neyasayî derbasî nav xaka Sûrîyê bibin.
Rêveberîya Ragihandin û Pêwendîyan di Wezareta Berevanîyê de di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku lêkolînên destpêkê yên bi girtîyan re nîşan didin ku hinek ji wan endamên rejîma berê bûn, û destnîşan kir ku ew ê ji bo temamkirina lêkolînan û rênimayên pêwîst radestî alîyên peywendîdar werin kirin.