Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa, kiryara terorîstî ya tirsonek ya ku mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li taxa Wadî El-Zeheb a Himsê kiriye armanc, şermezar kir. El-Mistefa da zanîn ku êdî eşkere ye ku bermahîyên rejîmê, DAIŞî û sîxur ji bo astengkirina karûbarên dewletê û têkdana aramîyê bûne yek. Her wiha bang li Sûrîyan kir ku li dijî ramanên tundrew ên wêranker derkevin û destên xwe bidin hev ji bo avakirina dewletekê ku tevahîya welatîyan tê de wek hev bijîn.
Mistefa di nivîsekê de li ser platforma “X”ê got: “Germtirîn sersaxî bo malbatên şehîdên ku îro di encama kiryareke tirsonek de li mizgefta hezretî Îmam Elî li taxa Wadî El-Zeheb a Himsê jîyana xwe ji dest daye.”
Wezîr tekez kir ku îro ji gelê Sûrîyê ji her demê bêtir tê xwestin ku li dijî ramanên wêranker û tekfîrî derkevin, û nedin pey projeyên derve, û li ser bingeha dewleteke hevwelatîbûnê ya ku cihê her kesî tê de heye, bibin yek.