Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Derve: Yekîtîya Sûrî bi rastîya Bakurrojhilat re li hev nake
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Derve: Yekîtîya Sûrî bi rastîya Bakurrojhilat re li hev nake

Wezareta Derve: Yekîtîya Sûrî bi rastîya Bakurrojhilat re li hev nake

21 hours ago

Şam-SANA

Çavkanîyeke berpirs di Wezareta Derve û Koçberan de ji SANAyê re ragihand ku tekezîya dubare ya li ser yekîtîya Sûrîyê, bi rastîya heyî ya li bakurrojhilatê Sûrîyê re nakok e; ji ber ku li wir sazî û dezgehên îdarî, ewlehî û leşkerî li derveyî çarçoveya dewletê bi awayekî serbixwe tên birêvebirin, ku ev yek li şûna çareserîyê, parçebûnê kûr dike.

Çavkanîyê destnîşan kir ku axaftina li ser tevlîkirina sazîyên bakurrojhilatê Sûrîyê di nav sazîyên dewletê de, tenê di asta daxuyanîyên teorîk de ma û tu gavên pratîk an bernameyên demkî yên zelal nehatin avêtin. Ev yek gumanan li ser cidîyeta pabendbûna bi “Peymana 10ê Adarê” çêdike.

Çavkanîyê zelal kir ku tevî îşaretên berdewam ên fermandarîya HSDê li ser berdewamîya dîyalogê bi dewleta Sûrîyê re, ev hevdîtin nebûne xwedî encamên berbiçav. Wisa xuya dike ku ev gotar tenê ji bo armancên ragihandinê û kêmkirina zextên sîyasî tê bikaranîn, di demekê de ku cemidandineke rastîn heye û vîneke rastîn ji bo veguhastina ber bi bicîhkirinê ve li holê tuneye.

Derbarê dosyaya leşkerî de, çavkanîyê got: Axaftina li ser lihevkirinan bi hebûna pêkhateyên çekdar ên li derveyî artêşa Sûrîyê re nagunce, ku xwedî fermandarên serbixwe û peywendîyên derveyî ne, bi awayekî ku zirarê dide serwerîya dewletê û rê li ber aramîyê digire. Her wiha kontrolkirina yekalî ya li ser dergeh û sînoran û bikaranîna wan wekî kaxezeke danûstandinê, li dijî bingehên serwerîya niştimanî ye.

Çavkanîyê destnîşan kir ku daxuyanîyên berdewam ên fermandarîya HSDê ku dibêjin “petrol milkê hemû Sûrîyan e”, bawerîya xwe winda dike heta ku ji alîyê sazîyên dewletê ve neyê birêvebirin û dahata wê neçe nav budçeya giştî.

Li dawîyê jî, çavkanîyê dîyar kir ku pêşnîyara niha ya nenavendîbûnê ji çarçoveya îdarî derbas dibe û ber bi nenavendîbûneke sîyasî û ewlehî ve diçe ku yekîtîya dewletê dixe metirsîyê û “statuyên de fakto” ava dike. Di heman demê de, axaftina li ser birêvebirina herêmê ji alîyê “xelkê wê” ve, rastîya dûrxistina sîyasî, desteserkirina biryaran û nebûna nûnertîya rastîn a rengînîya civakî ya li bakurrojhilatê Sûrîyê piştguh dike.

Destpêkirina Projeyên Rêyên Stratejîk li Sûrîyeyê bo Pêşxistina Ewlehîyê û Girêdana Parêzgehên Girîng pev re
Wezîr El-Skaf: Karmandîya li gorî Şarezayîyê Bingeha Avakirina Sazîyên Bihêz e
Wezareta Navxwe Bang li Sûrîyan Dike ku Cejna Rizgarkirinê bi Ruhê Berpirsyarîyê û Dûrî Gulebaranê Pîroz Bikin
Qebwat: Xurtkirina Têkilîyên Sûrî-Lubnanî Giring e
Encamên Dawî yên Hilbijartina Endamên Encumena Gel li Navçeyên Hilbijartinê yên li Parêzgehên Sûrîyê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:HSDWezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Guterres Teqîna Terorîstî ya li Himsê Şermezar Dike

11 hours ago

HSDê Peymanên Hatine Îmzekirin Binpê Dike

11 hours ago

Hin Endamên Zabîteya Gumrikê di Encama Gulebarana li ser Dewrîyeya Wan li Gundewarê Helebê Birîndar Bûn

11 hours ago

Fransa Teqîna Terorîstî ya li Himsê Şermezar Dike

12 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?