Şam-SANA
Wezîrê Geşepêdana Rêveberî ya Sûrîyê, Mihemed Hesan El-Skaf, tekez kir ku avakirina sazîyên bihêz bi tevlêkirina karmendên şareza û sûdewergirtina ji wan di cihê guncaw de dest pê dike, li gorî pîvanên zelal ku karibin kesê pispor deynin cihê wî yê hêja .
Wezîr El-Skaf di parvekirineke xwe de li ser platforma “Linkedin” ronahî da ser wê yekê ku Wezareta Geşepêdana Rêveberî, bi hevahengîya ligel sazîyên giştî, kar ji bo piştgirîkirina rêbaza karmendîya li gor şarezayê dike, bi awayekî ku şêwazê karê sazîyan xurt bike û karmandan li gorî hewcedarîyên rasteqîn erkdar bike.
Her wiha dîyar kir ku wezaret bi rêya platformên xwe yên fermî û bi hevahengîya ligel wezaret û sazîyên giştî, kar ji bo dîyarkirina cihên vala ji bo bicihkirina karmendan û ronîkirina mekanîzmayên serlêdanê dike, di çarçoveya piştgirîya guhertinên berfireh di dezgehan de.