Şam-SANA
Şandeyekê ji Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê, geşteke kontrolkirinê li Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî pêk anî, ji bo agahdarbûna rewşa wê ya kargerî, darayî û veberhênanê.
Di serdana çavnêrîyê de, kêşeyên herî berbiçav ên li pêşîya sazîyê hatin gotubêjkirin, xasma rewşa darayî, astengîyên qanûnî û nebûna mekanîzmayên kar ên bibandor. Her wiha tekezî li ser pêwîstîya xurtkirina rola encumena rêvebir û pêkanîna reformên giştî hat kirin, da ku karê sazîyê û xizmetguzarîyên wê werin baştirkirin.
Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî, sazîyeke hikûmetî ye ku berpirsyar e ji dabînkirina parastina civakî ji bo karmendên ku di sektorên giştî û taybet de dixebitin, û sîwaneke sîgorteyê ya berfireh pêşkêş dike ku beşên cuda yên civakê li xwe digire.

