Parîs-SANA
Ferîd El-Mizhan, yê ku bi navê “Qeyser”ê tê naskirin, ji bo rakirina “Qanûna Qeyser”ê pîrozbahî li gelê Sûrîyê kir û tekez kir ku ev gav rê li ber nûavakirin û veberhênanê xweş dike.
El-Mizhan got ku bidawîkirina “Qanûna Qeyser”ê ʼkêfxweşîyeke mezin e, em ji zû ve li bendê bûn, û ji Hikûmeta Sûrîyê ya nû re got: “Piştî bidawîbûna Qanûna Qeyserê.. Îro roja we ye, hikûmeta me ya cihê hêvîyê!”
El-Mizhan li Şamê serokê berê yê ofîsa delîlên dadwerî di polîsê leşkerî de bû, ji hêzên rejîma berê veqetîya û bi deh hezaran wêne û belgeyên ku tawanên li dijî girtîyan belge dikin, ji Sûrîyê derxistin û eşkere kirin û bi salan xwe bi navê “Qeyser” veşartibû. Van wêneyan hişt nerazîbûneke navneteweyî ya mezin çêbibe, bû sedem ku Amerîka Qanûna Qeyserê li ser rejîmê bisepîne.