Şam-SANA
Birêz Mahir Merwan Idlibî, Parêzgarê Şamê, ligel hejmarek berpirsên parêzgehê, li Şamê serdana Taxa Kurdan (Riknedîn) Kir. Di serdanê de, parêzgar li Mizgefta Îsa Axa bi gelek rîspî û niştecîyên taxê re civîya, niştecîyên taxê ji hêla xwe ve kêfxweşîya xwe bi vê serdanê dîyar kirin, û bi hev re rewşa taxê û rêyên geşepêdan û başkirina xizmetguzarîyan gotûbêj kirin.



