Şam-SANA
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûrîyê Nûredîn El-Baba ragihand ku kesê ku îro li nêzî bajarê Tedmurê êrîşî hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî kir, tu pêwendîyeke wî ya fermandarîyê di Ewlehîya Navxweyî de nîne û ne pasevanê fermandarîyê ye. El-Baba dîyar jî kir ku lêpirsîn berdewam in ji bo piştrastkirina têkilîya wî bi rêxistina DAIŞê re yan hilgirtina wî ji bîr û bawerîyên wê rêxistinê re.
El-Baba di pêwendîyeke telefonî de ligel kanala El-Ixbarîye ya Sûrîyê got: “Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî hişyarîyên pêşwext dabûn hêzên hevkar di Hevpeymanîya Navdewletî de derbarê zanyarîyên destpêkê ku îşaret bi egera rûdana binpêkirinekê yan êrîşan ji alîyê rêxistina DAIŞê ve dikin.”
El-Baba axaftina xwe wiha qedand: “Hevpeymanîya Navdewletî ragihand ku du leşker tevî wergêrekî hatine kuştin û du birîndarên hêzên Ewlehîya Navxweyî ya Sûrîyê jî hene, ku karîbûn êrîşkar bêbandor bikin.”
Li gorî ku Wezareta Cengê ya Amerîkî dîyar kiriye, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî duh li nêzî bajarê Tedmurê, di dema pêkanîna gereke meydanî ya hevbeş de, rûbirûyî gulebarana çekdarekî bûbûn û di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin.