Şam – SANA
Xebatên konferansa “Salek Piştî Rizgarîyê.. Aoyên Pêşketinêû Astengî” bi beşdarîya Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa û hejmarek lêkolînerên sîyasî û aborî, li ʺOtêla Şamʺ a li Şamê dest pê kirin.
Wezîrê Ragihandinê, Hemze El-Mustefa, di rûniştina yekem a konferansê de, dîyar kir ku “rola ragihandinê di qonaxa şoreşê de bi peydakirina piştgirîya gel ji bo berdewamîya tevgerê, avakirina gotara hevpar û destnîşankirina çarçoveya şoreşê, derdikeve pêş.”
Her wiha got ku divê “ragihandin beşdarîyê di karîgerîya dadwerîya veguhêz û eşkerekirina rastîyê de bike.”