Şam – SANA
Klûba Balafirvanîya Bayevanî ya Sûrîyê amadekarîyan dike ku li Meydana El-Emewîyan li Şamê, xweavêtina “Bayron”ê ya herî bilind li cîhanê pêk bîne. Ev çalakî bi beşdarîya balafirvanên ku îro ji welatên cuda cuda hatine Sûrîyê ji bo beşdarîyê dipîrozkirina bîranîna rizgarîkirinê de bikin, tê lidarxistin.
Rêveberê Klûba Balafirvanîya Bayevanî ya Sûrîyê, Tariq Se’de, di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re dîyar kir ku xweavêtin dê ji sê balafirên helîkopterê yên bi rengên alaya Sûrîyê bê bicîanîn. Piştî serkeftina wê, dê ji bo xistinadi pirtûka Guinness ya Rekorên Cîhanî de bê pêşkêşkirin.
Se’de dîyar kir ku “Bayron” lûleyeke hewayî ye bi dirêjahîya heft metreyan û firehîya metreyek û nîvê ye, paraşûtvan ji balafirê xwe tê re davêje. Ji bilindahîya sêzdeh hezar pêyan heta pênc hezar pêyan xwe pê digire, piştre wê berdide ji bo paraşûtê veke.
Se’de tekez kir ku xweavêtina Bayronêpir zehmet e û pêwîstîya wêbi pisporîyeke mezin heye, gerek ekesê ku pêk bîneherî kêm heft hezar caranxwe bi paraşûtê avêtibe da ku karibe bi rêya “Bayron”êxwe bavêje.
Tê zanîn ku îşev, 90 balafirvanênbayevanî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê gihîştin Sûrîyê ji bo beşdarîyê di ahengên pîrozkirina bîranîna rizgarkirinêde bikin. Ew beşek in ji 130 balafirvanên ji 35 welatên cîhanê yên dê beşdarîyê di bîranîna rizgarîyê de bikin, 16 balafirvanên din dê sibe bigihêjin, û 24 balafirvan jî bi rêya derîyên bejahî hatine.








