Şam-SANA
Nûnerên welatên endamên Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî, îro sibehê, gihiştin dergehê sînorî yê Cideydet Yabûs li gundewarê Şamê, bo pêkanîna serdanekê bo Sûrîyê, wek yekemîn car ku serdaneke bi vî rengî pêk tê, û ev yek hevdem e ligel bîranîna yekemîn a salvegera rizgarkirina Sûrîyê.
Tê pêşbînkirin ku endamên Encumena Ewlekarîyê dê hevdîtinan bi hejmarek berpirsên Sûrîyê, çalakvanên civaka sivîl a Sûrîyê û komîteyên lêkolînkirina bûyerên Peravê û Siwêdayê re li dar bixin, her wiha civînekê bi Cîgira Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Necat Ruşdî re pêk bînin.

Piştî gihîştina Şamê, endamên şandeya Encumena Ewlekarîyê, digel Îbrahîm Ulebî, Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, li asta wêranî û xerabîyê ya ji ber topbarana rejîma berê li taxa Cober çêbûye temaşe kirin, her wiha serdana hejmarek cihên keleporî yên Şama Kevn kirin.
Rêveberîya Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve û Penaberan, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re duh tekez kir ku serdana şandeya Encumena Ewlekarîyê wek tekezkirinekê ye li ser piştgirîya civaka navdewletî ji Sûrîya nû re, û alîkirina wê di qonaxa jinûveavakirinê û bidestxistina serwerî û aramîyê de.
Rêveberîya Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve, dîyar kir ku şandeya Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî, nûnertîya tevaya endamên Encumenê dike, her wiha ev cara yekem e ku piştî 14 salan hemî li ser mijarên Sûrîyê bi tevahî li hev dikin.









