Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî piştrast kir ku şerê “Pêșîlêgirtina Êrîşkarîyê” Misoger kir ku îradeya gelan nayê şikandin.
El-Helebî ji SANAyê re got: “Îro em bi rizgarkirina axa xwe ya paqij ji lepên stem û zordarîyê pîroz dikin, û em tekez dikin ku zanîngehên me dê çirayên zanist û rûmetê bimînin, û dê di jinûveavakirina rewşenbîrî û netewî de pêşeng bin.”
Wezîr bang li xwendekaran kir ku bi serfirazî rêya xwe bidomînin, û ji sazîyên akademîk jî xwest ku vê qonaxa girîng a dîroka Sûrîyê belge bikin.
Hêjayî gotinê ye ku şerê “Pêșîlêgirtina Êrîşkarîyê” par wek îro dest pê kir û di 8ê Kanûnê de bi rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma Esed a tawanbar bi dawî bû, piştî salan ji qurbanîyên gel ku milyonek şehîd û milyonek koçber hatin dayîn.