Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê… Ji Dorhêla Helebê Heta Dilê Şamê: Çîroka Demjimêrên ku “Rêjîma Esed” hilweşandin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Serok Ehmed El-Şeri’ û Hejmarek Wezîr bi Boneya Bîranîna Rizgarîyê Beşdarî Pêşangeha Leşkerî ya li Otobana Mezê Dibin
Serok Ehmed El-Şeriʼ di Salvegera Yekem a Rizgarkirina Sûriyê de Nimêja Sibehê li Mizgefta Emewî ya Mezin li Şamê Dike
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê… Ji Dorhêla Helebê Heta Dilê Şamê: Çîroka Demjimêrên ku “Rêjîma Esed” hilweşandin

Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê… Ji Dorhêla Helebê Heta Dilê Şamê: Çîroka Demjimêrên ku “Rêjîma Esed” hilweşandin

2 weeks ago

Şam-SANA

Bi berbanga 27ê Mijdara 2024an re, Şerê “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” dest pê kir û serkeftineke dîrokî bi dest xist ku bû sedema hilweşîna rêjîma Esed a tawanbar. Vê yekê derî li ber jidayikbûneke nû vekir ku gelê Sûrîyê ji bîska yekem a destpêkirina şoreşa xwe ya mezin di Adara 2011an de xeyala wê dikir û di vê oxirê de nêzîkî mîlyonek şehîd da, ku di encama bombebaranê û di bin îşkenceyê de di girtîgehan de hatin kuştin, tevî bi mîlyonan koçber û penaberan.

Şerê ku 12 rojan dewam kir di kêlîyeke ji nişka ve dest pê kir, di demekê de ku rêjîmê bombebarana xwe li ser bakurê rizgarkirî zêde dikir û rewşa navneteweyî wisa xuya dikir ku alîkarîya ji nû ve zindîkirina rêjîmê dike. Lê amadekarîyên vê operasyonê bi salan dewam kiribû. Serok Ehmed El-Şeri’ (fermandarê şerê rizgarkirinê) tekez kir ku amadekarîyên wê pênc salan li Îdlibê dewam kir, di wê demê de komên leşkerî hatin yekkirin û hêzên cuda hatin wergirtin. Serok amaje bi wê yekê kir ku agahîyên rêjîmê hebûn derbarê amadekarîya şer û hemû îmkanên xwe seferber kiribûn, û hinekan şîret dikirin ku şer neyê destpêkirin da ku dîmenên Xezeyê li Îdlibê dubare nebin, lê tevî wê yekê biryara destpêkirina şer di bin dirûşma: “Serkeftina ku tolhildan tê de tuneye” hat dayîn.

Rojên li pey hev ên serkeftinan bûn ku tê de hêzên Esed û mîlîsên piştgirîya wî dikin bi lez hilweşîyan, da ku “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” dîmena niştimanî ji nû ve saz bike. Gelê Sûrîyê di berbanga heştê Kanûna Pêşîn de xilasîya xwe ji rêjîma têkçûyî ragihand û dîyar kir ku vîna wî ya azad dê paşeroja Sûrîya nû binivîse.

Ji ber ku serkeftin ji nişka ve çênebû, pêwîstîya vegerandina hûrgilîyên wê bi vegera gav bi gav heye, ji rizgarkirina Helebê heta kêlîya ketina Şamê ji bo çespandina rastîyeke nû ku dawî li desthilata malbata Esed ku “54” salan dewam kiribû, anî.

Rizgarkirina Helebê… Çirûska yekem ber bi Şamê ve


Piştî nîvroya Çarşemê 27ê Mijdara 2024an, fermandarê Rêveberîya Operasyonên Leşkerî Hesen Ebdulxenî destpêkirina operasyona “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” ragihand. Ev yek wekî bersivekê bû li ser armanckirina berdewam a rêjîma têkçûyî bo sivîlên bêçek bi top, mûşek û firokeyên xwekuj û karesatên tirsnak û rawestandina jîyanê ku di encamê de çêdibûn. Ebdulxenî tekez kir ku şer ne vebijarkek e, lê erkek e ji bo parastina xelkê.

Şerên destpêkê li gundewarê rojavayê Helebê bûn û di nav çend demjimêran de şoreşgeran karîbû gelek gundan rizgar bikin tevî pevçûnên dijwar ligel hêzên rêjîma têkçûyî:

  • Saet 15:00: Rizgarkirina gund û bajarokên Şêx Eqîl, Bala, Heyrderkel, Qebtan El-Cebel, Selûm, Cemîyeta El-Me’erî, Qa’îme û Hûr.
  • Saet 19:00: Bajarokê ‘Encare, Fewca 46, Uruma Biçûk, El-Hûte, Cemîyeta Se’ediye û ‘Acil.

Pêncşem 28ê Mijdara 2024an:

Gundewarê rojavayê Helebê bi temamî û gelek gundên gundewarê başûrê bajêr û gundewarê rojhilatê Îdlibê hatin rizgarkirin:

  • 07:00: Bajarokê Arnaz û Keferbesîn.
  • 11:00: Bajarokên Xan Tûman, Cib Kas, Telhîye, Tel El-Keratîn, Bewabîye, Ebû Qense, Zîtan û Salihîye.
  • 12:00: Bajarokê Kefernaha.
  • 14:00: Bajarokê Yaqid El-’Edes û Gundewarê Endezyaran ê Yekem.
  • 15:00: Bajarokê Zerbe, Eqdet Alem El-Sihr û Tel Raqim.
  • 21:00: Bajarokê Kefer Heleb.
  • 02:00: Bajarokên Mîznaz, Kefer Daîl, Belqûm, Babîs, Beşqatîn, Başentire, Mesûlîye û Erbîx. Bi vî awayî rizgarkirina gundewarê rojavayê Helebê bi temamî hat ragihandin.
  • 16:00: Bajarokê Kefer Betîx li gundewarê rojhilatê Îdlibê.
  • 14:00: Gundên Şexîdle, Sabîqîye, Bendava Şexîdle û bajarokê Hadir li gundewarê başûrê Helebê.
  • 15:30: Tel Hedîye, Xan El-Subul û Terenbe li gundewarê rojhilatê Îdlibê.
  • 19:00: Tel Merdîx li gundewarê rojhilatê Îdlibê, û Resim Sehrîc û Resim El-Îs li gundewarê başûrê Helebê.
  • 20:00: Rizgarkirina Seraqibê li gundewarê rojhilatê Îdlibê.
    Û di demjimêr 11:59 xulek de Rêveberîya Operasyonên Leşkerî rizgarkirina bajarê Helebê bi temamî ragihand.

Rizgarkirina Helebê, paytexta aborî ya welêt, tenê rojekê piştî destpêkirina “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” kêlîyeke dîyarker bû di şer de. Ligel hilweşîna hêzên rêjîma têkçûyî û cudabûnên berfireh di nav refên wan de, şahîya gel bi rizgarkirinê bû peyamek ji bo deverên din ku hêzên “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” dê xelkê bi hemû pêkhateyên wan di mal û milkên wan de biparêzin. Vê yekê hemû tirsên ku rêjîma têkçûyî bi salan hewl dida di dilê Sûrîyan de biçîne, pûç derxistin.

Heleb wekî ragihandineke zelal bû ku Sûrî êdî destpêşxerîyê di destê xwe de digirin. Bi rastî jî hêz zû tev gerîyan ji bo ewlekirina tevahîya bakur. Ezaz û Mari’ bûn navendên lojîstîk ji bo temamkirina şer. Di heman demê de, gundewarê Îdlibê ji nû ve hat birêxistinkirin da ku bibe yek dil di vî şerî de, dema ku Minbic, Bab û Cerablus li gundewarê Helebê bûn hêla piştevanîyê ya aram ji bo temamkirina meşa rizgarkirinê.

Roja Înê 29ê Mijdarê:


Hêzên “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” li ser paqijkirina mayînan ji gundewarê rojavayê Helebê xebitîn da ku vegera bi deh hezaran malbat bo malên wan ewle bikin, yên ku rêjîma têkçûyî bi salan ew koçber kiribûn. Her wiha xebitîn ku agirê topxaneya rêjîma têkçûyî dûr bixin û parastinê ji bo xelkê li hejmarek deverên nêzîkî enîyên şer dabîn bikin.

Roja Şemîyê 30ê Mijdarê:

  • 11:40: Rizgarkirina 43 gund û bajarokan, wek Circinaz, Telminis û Ebû Zuhûr li gundewarê başûr û rojhilatê Îdlibê, û Endan, Keferhemre, Herîtan û Heyan li gundewarê bakurê Helebê.
  • 12:00: Destpêkirina operasyona ketina Me’eret El-Numan li Îdlibê.
  • 14:00: Rizgarkirina Meeret El-Numan.
  • 15:20: Rizgarkirina Kefer Nibil li Îdlibê.
  • 16:00: Rizgarkirina Xan Şêxûn li Îdlibê.
  • 16:40: Rizgarkirina 25 gund û bajarokan li gundewarên başûr û rojhilatê Îdlibê.

Roja Yekşemê 1ê Kanûna Pêşîn:

  • 10:30: Rizgarkirina bajarokê Xenasir û kontrolkirina otobana Xenasir-Heleb.
  • 11:00: Kontrolkirina Koleja Topxaneya Meydanê û Akademîya Leşkerî.
  • 13:30: Rizgarkirina Sefîre, Ednanîye û Çîyayê Ezan li başûrê rojhilatê Helebê.
  • 14:00: Rizgarkirina Me’an, Kebarîye û Kewkeb li bakurê Hemayê, û kontrolkirina Çîyayê Şehşebo li bakurê rojavayê wê.
  • 17:00: Rizgarkirina gundên Tuleysîye, Şe’ese, Fanê Bakur, Girê Ray û Teybet El-Isim li gundewarê bakurê Hemayê.

Roja Duşemê 2ê Kanûna Pêşîn:

  • 09:00: Rizgarkirina gundên Um Hûş û Wehşîye li herêma Ezazê ya Helebê, û gundên Um El-Emed, Tel Rehal, Cewîye, Şêx û Husamîye li gundewarê Helebê.
  • 10:20: Gundên Cîcan, Tel Cîcan û Helîse li gundewarê bakurê Helebê.
  • 11:00: Gundê Ihris, Tel Qerah û Tel Hasil li Helebê.
  • 03:00: Gundê Qesir Ebû Semre li gundewarê bakurê rojhilatê Hemayê.
  • 03:40: Rizgarkirina bajarê Kernaz li gundewarê bakurê Hemayê.
  • 08:00: Rizgarkirina bajarê Qelet El-Medîq û çend gundan li Deşta Xabê li bakurê rojavayê Hemayê.

Bi rizgarkirina van enîyan ji hêzên rêjîma rûxîyayî tevî êrîşên esmanî yên dijwar, hemû derî li ber her dorpêçkirin an êrîşeke berevajî, hatin girtin. Bereya bakur bû bingeheke ewle ji bo berfirehbûna ber bi navîn û başûr ve, da ku Rêveberîya Operasyonên Leşkerî ewlekirina bajarê Helebê bi temamî û berêxwedana ber bi Hemayê ve ragihîne.

Roja Sêşemê 3ê Kanûna Pêşîn:

  • 07:00: Rizgarkirina bajarên Soran, Teybet El-Îmam, Helfaya û Me’erdis li gundewarê bakurê Hemayê.
  • 17:00: 13 gund, yê herî girîng Rehcan û Me’reşhûr li gundewarê rojhilatê Hemayê.
  • 23:11: Rizgarkirina bajarê Sifîre li gundewarê başûrê Helebê.

Roja Çarşemê 4ê Kanûna Pêşîn:

  • 05:00: Firqeya 25 Dibistana Mucinzerat, û gundên Mubarekat, Resim El-Bexel, Ewîce, Eyûr û Kasûn El-Cebel li gundewarê rojhilatê Hemayê.
  • 15:00: See’n, Serûc û leşkergeha wê û Şêx Hilal li gundewarê rojhilatê Hemayê.
  • 16:00: Rehba Xetab û embarên wê li gundewarê rojavayê Hemayê.
  • 19:00: Gundên Mecdel, Tel Bîcû, Şîrosûbîn û bajarokê Xetab li gundewarê rojavayê Hemayê.
  • 18:00: Dorpêçkirina hêlên rojava û bakur ên bajarê Hemayê.

Roja Pêncşemê 5ê Kanûna Pêşîn:

  • 12:00: Pêşdeçûn di taxên destpêkê yên bajarê Hemayê de.
  • 15:00: Rizgarkirina çend taxan û Girtîgeha Navendî li bajêr.
  • 16:00: Rizgarkirina bajêr bi temamî.
  • 19:00: Bidawîkirina paqijkirina Çîyayê Zeynelabidîn û Qemhane li gundewarê bakurê Hemayê, û bidawîkirina paqijkirina Balafirgeha Leşkerî ya Hemayê li gundewarê rojavayê bajêr.
  • 23:59: Destpêka gihîştina karwanên operasyona “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” bo gundewarê bakurê Himsê.

Roja Înê 6ê Kanûna Pêşîn:

  • 14:30: Rizgarkirina herêma Selemîye li gundewarê rojhilatê Hemayê.
  • 20:00: Bajarê Meherde li gundewarê rojavayê Hemayê, û Teqsîs, Cemqele, û bajarokên Têr Me’ele, Zeferanî, Mecdel, Dêr Fûl, Esîle, Ferhanîye, Wazi’îye, Xesîbîye, Mukeremîye û Îzedîn li gundewarê başûrê Hemayê.
  • 23:20: Resten, Telbîse û Dar El-Kebîre li gundewarê bakurê Himsê.

Roja Şemîyê 7ê Kanûna Pêşîn:

  • 12:00: Rizgarkirina bajarê Derayê bi temamî.
  • 13:00: Bajarê Senemeyn li gundewarê Derayê.
  • 14:00: Qeryeteyn li gundewarê rojhilatê Himsê.
  • 15:00: Şaxê Se’se’ li gundewarê Şamê.
  • 16:00: Hêzên Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê dest bi dorpêçkirina Şamê kirin, û destpêkirina operasyonan li pişta xetên hêzên rêjîma têkçûyî û destpêkirina ketina bajarê Himsê.
  • 18:00: Parêzgehên Dera, Quneytere, Siweyda û Tedmur li başûrê Sûrîyê.
  • 19:00: Firqeya 26 û Muşrife û 13 gundên din li derdora bajarê Himsê.

Roja Yekşemê 8ê Kanûna Pêşîn:

  • 12:00: Rizgarkirina bajarê Himsê bi temamî û girtîgeha wê.
  • 01:00: Bajarokên Esal El-Werd, Yebrûd, Felîte, Nasirîye û Ertûz li gundewarê Şamê.
  • 04:30: Hêzên Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê dest bi ketina Şamê dikin, rizgarkirina girtîgeha Seydnaya.
  • 06:15: Bajarê Şamê bi temamî hat rizgarkirin, û rêjîma Esed ket.
  • 06:18: Reva bermayên rêjîma têkçûyî ji bajarên Lazqîye û Tertûsê.
  • 06:45: Rizgarkirina Dêrazorê, Meyadîn û Bûkemalê.
  • 08:00: Rizgarkirina gundewarê rojavayê Himsê.
  • 11:00: Rizgarkirina gundewarê rojavayê Hemayê.
  • 14:00: Bidawîbûna kontrolkirin û pêkanîna ewlehîyê li bajarê Şamê.

Roja Rizgarkirinê bi sed hezaran Sûrîyeyî daketin qadan li hemû parêzgehan ji bo pîrozkirina serkeftin û xilasîya ji qeyd û bendên rêjîma Beşar Esedê ku revîya Moskowê ligel hinek fermandarên mezin ên hêzên xwe. Wan ala Şoreşa Sûrîyê bilind kiribûn û dirûşmên azadîyê digotin ku ji bo cara yekem piştî dehsalan bi rastî dijîn, û tekezî li ser yekîtîya Sûrîyan û hevgirtina wan di şerê avakirinê yê bê de kirin ku ne kêmî şerê rizgarkirinê girîng e.

Cîhanê çawa pêşwazî li serkeftina Şoreşa Sûrîyê û girtina rûpela serdema rêjîma revîyayî kir?


Welatên Erebî, Yekîtîya Ewropayê, Amerîka û cîhanê pêşwazî li serkeftina gelê Sûrîyê kir. Civaka navneteweyî tekezî li ser berdewamîya piştgirîya gelê Sûrîyê kir ji bo bidestxistina aramî û geşepêdanê. Şandên dîplomatîk ji rojên yekem ên rizgarkirinê ve dest bi hatina Şamê kirin piştî qutbûneke ku gelek salan dewam kiribû.

Destkeftên Rizgarkirinê… Sûrîyeya Nû rêya xwe bi biryardarî vedike


Piştî ketina rêjîma têkçûyî ya ku aramîya welêt hejand, bajarên wî wêran kirin û ew ji hawîrdora wî ya herêmî û navneteweyî qut kir, Sûrîye derbasî qonaxeke nû bû ku sernavê wê avakirina dewletê ye. Ji kêlîyên yekem ve, serkirdayetîyê dest bi avakirina artêşeke niştimanî, jinûveavakirina sazîyên giştî û bihêzkirina hevgirtina civakî kir. Ev yek ji bo derbaskirina bandorên dubendîyê û nakokîyên ku rêjîma têkçûyî li pey xwe hiştibûn û parastina destkeftên şoreşê tê kirin.

Van hewldanan xwe spartibû vîna gelê Sûrîyê, da ku tekez bikin ku şerê “Pêşîlêgirtina Êrîşkarîyê” ne tenê xistina rêjîmeke zordar bû, lê vegerandina dewletê û destpêkirina qonaxeke nû ya dîrokê bû ku Sûrî bi destên xwe dinivîsin.

Welîd Cunbulat: Divê Em Serwerî û Yekîtîya Sûrîyê Biparêzin û Siwêda Parçak jê ye 
Rêveberîya Çandinîya Helebê Dest Bi Firotina Şitlên Zeytûn, Tirinc û Gûzan bo Cotkaran Dike
Bi Boneya Roja Cîhanî ya Wergerandinê Korbendeke Netewî li Şamê Bi rê ve diçe
Şevbuhêrkeke helbestî bi beşdarbûna çar helbestvanên sûrî û ji welatin din ên ereb li dar ket
Wezareta Ragihandinê vedigere Sûriyê ji bo xurtkirina binesaziya dîjîtal û peydakirina derfetên kar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:HelebPêşîlêgirtina ÊrîşkarîyêŞam
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

4

Pîrozbahiyên Cejna Serkeftinê li bajarê Efrînê berdewama

8 hours ago
5

Hêzên ewlehiyê gula belav dikin li zarokên ku beşdariya şahiyê dibin li Efrînê

9 hours ago

Bi Hezaran Xelk li Qada Umewîyan li Navenda Şamê bi Bîranîna Yekemîn a Rizgarkirina Sûrîyê Kom Dibin

9 hours ago
4

Berdewamîya Ahengan li Qada Umewîyan li Bajarê Şamê bi Boneya Bîranîna Yêkemîn a Rizgarkirina Sûrîyê

10 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?