Şam-SANA
Desteya Giştî ya Radyo û Televîzyonê ragihand ku projeya xwe ya nû ya bi navê (SyriaSAT) ji bo weşana televizyonî ya zemînî ya dîjîtal daye destpêkirin. Ev proje 16 kanalên cihêreng li xwe digire ku bi rêya yek frekansa zemînî û bi kalîteya deng û dîmenê ya bilind a “FULL HD”, bêyî pêdivîya bi înternetê yan satelîtê, tên weşandin.
Rêveberê Desteyê Ela Bersîlo di daxuyanîyeke rojnamevanî de, di dema ragihandina destpêkirina weşana testê ya projeyê li Pêşangeha Teknolojîyên Agahdarî û Ragihandinê “Syria HiTech” li Bajarê Pêşangehan li Şamê, eşkere kir ku ev proje naverokeke ewle û guncaw ji bo hemû endamên malbatê dabîn dike. Di nav pakêtê de kanalên werzişî, yên zarokan, belgefilm, kanala taybet bi jinan û kanalên xwecihî cih digirin.

Bersîlo bal kişand ser wê yekê ku abone dikarin vê pakêtê tenê bi rêya yek frekansa zemînî û bi bikaranîna amûreke biçûk a bi qasî kefa destekî wergirin, her wiha di destpêka xizmetguzarîyê de dê şeş mehan bêberamber sûdê jê wergirin.
Her wiha Bersîlo tekez kir ku ev proje xwe dispêre teknîkên herî nû yên weşana dîjîtal (DVB-T2), ku ev yek beşdarîyê di pêşxistina medyaya niştimanî û berfirehkirina çarçoveya rûmala medyayî de bi kêmtirîn lêçûnên xebitandinê dike.
Hêjayî gotinê ye ku sîstema weşana dîjîtal a DVB-T2 ku projeya (SyriaSAT) xwe dispêre wê, derfetê dide ku gelek kanalên dîjîtal bi kalîteya bilind li gorî pîvanên HD û FULL HD werin weşandin.


