Heleb-SANA
Dezgeha Avê ya Helebê, stasyona Til’ada ya nû li Dare Izza wek yekemîn stasyona ku bi tevahî li ser enerjîya rojê dixebite, bi hevkarîya rêveberîya herêmê û Rêkxirawa Bihar, vekir.
Rêvebirê Dezgehê, Cemal Dîban, da xuyakirin ku proje veguhertineke giring e di warê dabînkirina ava vexwarinê ya paqij, kêmkirina lêçûna xebitandinê û misogerkirina berdewamîya xizmetê de.
Rêvebirê projeyan li Rêkxirawa Bihar, Ebdulrehman Hemo, dîyar kir ku sîstema enerjîya rojê ya ku şîyana wê 280 kîlowatt e û 476 tabloyan dihewîne, dihêle ku di saʼetekê de bi qasî 85 m3 av were herikandin.
Proje xizmeta derdora 25,000 kesî dike û roleke wê ya baş di xurtkirina aramîya dabînkirina avêde li Darae Izza heye.



