Laziqîye– SANA
Yekîneyên Ewlekarîya Tawanan li Laziqîyê kesekî ku bi rêya medyaya civakî keys ji jinên ciwan dianî girt. Hesabên sexte û wêneyên kesane bi kar dianîn da keysê ji wan bîne û pereyan ji wan bistîne.
Piştî lêpirsîneke berfireh, nasname û cihê rûniştina wî hatin dîyarkirin û ew di dema pêkanîna tawanekê hat girtin, amûrên elektronîk yên ku hatine bikaranîn jî hatin desteserkirin.
Di dema lêpirsînê de, sûcdar li xwe mukur hat. Doz hat belgekirin, delîlên dîjîtal hatin desteserkirin û ji bo tedbîrên yasayî bo dadwerîyê hat şandin.