Şam -SANA
Wezareta Telekomunîkasyonê piştî wergirtina pêşnîyarên welatîyan, ji kompanîya Syriatel û MTNê xwest ku bi fermî sedemên derxistina pakêtên nû û bandora wan li ser çakîya xizmetê û mafên beşdaran, rave bike.
Wezaretê tekez kir ku dema bersiv were dayîn, divê plansazîyeke 60 rojî ji bo baştirkirina xizmetê jî pê re hebe.
Wezaretê her wiha ji her du şîrketan xwest ku şiroveyên hêsan li ser pakêtan û çawanîya hesabkirina kapasîteyan bo bikarhêneran belav bikin.
Wezaretê tekez kir ku divê pabendî bi berdewamîya pêşkêşkirina xizmeteke baş û pêkanîna tedbîrên çavdêrîyê, berdewam be, ji ber heye ku cezayên yasayî li hember binpêkirinan li ser wan bên sepandin eger pabendî rêziknameyan nebin.
Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku ew di avakirina sektora telekomunîkasyonê û çakkirina binesazîya wê û berfirehkirina girêdana bi dewletan re ji bo baştirkirina xizmetguzarîyan berdewam e.