Şam-SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys rastîya daxuyanîyên ku li ser hin platformên medyayê hatine belavkirin, ku li ser zimanê wî hatine gotin, red kirin.
Wî bi rêya platforma “X”ê got: Wî tu hevpeyvînek nekiriye û bi “The Media Line” an tu dezgeheke din a medyayê re li ser mijara ku tê gotûbêjkirin, ne axivîye.
El-Weys zêde kir ku divê dezgehên medyayê xwe bispêrin çavkanîyên fermî, û ji platformên ku armanca wan pêşbirka nûçeyan an gotegot an çêkirina tevlîhevîyê be, hişyar bin.