Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro bi Wezîrê Hundirîn Enes Xetab û hejmarek rêveberên beşên wezaretê re, civînek li dar xist.
Di civînê de, ketwara karê meydanî ya li yekîneyan û rêveberîyên girêdayî wezaretê, û awayên xurtkirina şîyana bicihanînê û rêxistina kar, her weha misogerkirina bersiva bilez ji bo pêdivîyên welatîyan, da ku rola wezaretê di ewlehîyê û xizmetkirina civakê de xurt bike, hatin gotûbêjkirin.


