Şam-SANA
Wezareta Dadê biryarek derxist ku li gorî wê, Dadgehên Destpêkê yên Sivîl yên Duyemîn li navendên dadwerîyê, bi lêkolîna nakokîyên li ser desteserkirina milkan an jî lîstina bi milkdarîya wan ku bi sûdwergirtina ji şert û mercên Şoreşa Sûrîyê pêk hatine, hatine erkdarkirin.
Biryarê destnîşan kir ku hemî dozên pêwendîdar ên ku li pêş Dadgehên Destpêkê û Îstînafê ne, dê li gorî mekanîzmaya nû ji dadgehên bi rayedar re werin veguhestin. Her weha, îtiraza li dijî biryarên ku ji hêla Dadgehên Îstînafê ve di van dozan de hatine dayîn û cîbicîkirina wan dê di bin rêgezên qanûnî de bin.
Di daxuyanîyekê de ku îro derxist, Wezaretê eşkere kir ku ev biryar li ser bingehê biryara Encumena Bilind a Dadwerîyê ya hejmar (526) a di 20.10.2025 de ye, ku planeke yekgirtî ji bo çareserkirina dozên desteserkirina neqanûnî ya milkên welatîyan di dema şoreşê de, vedihewîne.
Wezaretê tekez kir ku bi şîyandarkirina xwedîyên mafan ji bo vegerandina milkên xwe bi rêya biryarên dadwerî yên adil û mecbûrî yên ku di demên maqûl de û bi rêkarên zelal têne dayîn, vegerandina mafan li xwedîyên wan ên rewa misoger dike û her wisa armanc dike ku bawerîya welatîyan bi dadwerîyê xurt bike.
Biryara Wezaretê bi mebesta parastina mafên welatîyan û lezkirina çareserkirina nakokîyên têkildarî milkdarîyê, zorkarî û desteserkirinê ku di salên şoreşê de derketine holê, tê.