Şam – SANA
Rêveberê Dezgeha Giştî ya Veguhestin û Belavkirina Elektrîkê, Xalid Ebû Dî, ligel şandeke Rêxistina Endezyarên Sûrî yên Amerîkî (SAYA), asoyên hevkarîya teknîkî û awayên bilindkirina kalîteya amûrên elektrîkê di tora Sûrîyê de gotûbêj kir.
Di civîna ku li navenda sazîyê pêk hat de, behsa van mijaran hat kirin: Pevguhertina pisporîyan di navbera endezyarên navxwe û derveyî welêt de, cîbicîkirina bernameyên perwerdehîyê yên hevpişk û amadekirina rênîşanên teknîkî li gorî pîvanên cîhanî.
Ebû Dî tekezî li ser girîngîya hevkarîyê bi pisporên Sûrî yên li derveyî welêt re ji bo piştgirîya projeyên nûjenkirin û pêşxistinê kir. Di eynî demê de, Rêxistina (SAYA)yê amadehîya xwe ji bo pêşkêşkirina piştevanîya teknîkî û şêwirmendîyê ji bo baştirkirina karê pergala elektrîkê ya niştimanî raber kir.
Ev civîn di çarçoveya hewldanên Dezgeha Giştî ya Veguhestin û Belavkirina Elektrîkê de tê ji bo baştirkirina xizmetên xwe û xurtkirina kalîteya sîstema elektrîkê li welêt, bi rêya hewldanên berdewam ji bo hevkarîya ligel rêxistinên herêmî û navdewletî yên taybetmend di warê enerjîyê de.