Şam-SANA
Wezareta Geşepêdana Kargerî ya Sûrîyê ragihand ku pêşkêşkirina pêşnîyarên welatîyan û hemû kesên têkildar, derbarê projeyasaya qanûna nû ya xizmeta sivîl de, heta dawîya vê hefteyê berdewam dike, ji bo amadekirina dariştina dawî ya projeyê.
Wezîrê Geşepêdana Kargerî, Mihemed Hesan El-Sikaf, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Dengê we cudahîyê çêdike, her ramanek bandorekê li şûn xwe dihêle, ji ber vê yekê werin em bi hev re taybetmendîyên xizmeteke sivîl ku hêjayî Sûrîyeya nû ye binivîsin.”
Wezaretê di nehê vê mehê de projeyasaya qanûna nû ya xizmeta sivîl weşandibû û bang li welatî û alîyên peywendîdar kiribû ku wê binirxînin û têbînî û pêşnîyarên xwe yên pêşxistinê bi rêya vê lînkê pêşkêş bikin.
Her wiha pêşnîyar û têbînî derbarê pojeyasayê de dikarin ji vê e-mailê re werin şandin.
Ev yek di çarçoveya nêzîkatîya pişkdarîyê ya ku wezaret dişopîne de tê, bi mebesta tevlîkirina karmend û kesên têkildar di pêşxistina xizmeta sivîl de, bi awayekî ku daxwaz û pêdivîyên dezgehên hikûmetê nîşan bide.