Şam-SANA
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, Mihemed Welî, serdana navenda Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrîyê “SANA”yê kir, bi mebesta şopandina pêvajoya kar û weke rêzgirtina hewldanên medyayî yên ku di ragihandina pêvajoya hilbijartinan de û nîşandana wêneyê rastîn ji gelê Sûrîyê re, kirine.
Welî serî li tevahîya beşên ajansê da, xasma Beşa Kurdî. Her weha pesnê pêngava girîng a ajansê da ku zimanê Kurdî di nav beşên xwe yên medyayî de pejirandiye û tekez kir ku ev yek rêz û qedirgirtina pêkhateyeke resen a Sûrîyê ye, ku ew jî pêkhateya Kurd e, ku ev yek dikeve di çarçoveya xurtkirina pirrengîya çandî û zimanî ya di medyaya niştimanî de.
Welî bal kişand ser girîngîya hewldanên ku karmendên ajansê didin ji bo girêdana sazîyê bi beşên cuda yên civakê re, bi rêya pêşkêşkirina agahîyên rast û durist, ku rêzê li pirrengîya çandî û zimanî ya Sûrîyê digire. Tekez jî kir ku tiştê di serdanê de dîtiye, belgeyeke zelal e ku SANA bi rastî bûye sazîyeke niştimanî ya tevahîya pêkhateyên gelê Sûrîyeyê.
Her wiha, navborî girêdana karmendên ajansê bi mîrateya Şoreşa Sûrîyê re pesinand û qurbanîdanên ku ji bo avakirina medyayeke niştimanî ya rastgo ku rastîyê weke xwe vediguhêze, dûrî têkbirin û xapandinê, hatine dayîn, bilind nirxand.
Di dawîya serdanê de, Welî hêvîya serkeftin, geşbûn û xebateke zêdetir ji SANAyê û karmend û xebatkarên wê re xwest, girîngîya berdewamkirina pêşketinê di vî warê medyayî yê niştimanî de tekez kir.