Wezareta Dadê ya Sûrîyê biryarek da tê de dozên li dijî bêhtirî 287 hezar kesî yên ku di serdema rejîma berê hatibûn vekirin, pûç kirin. Ev doz 68 celebên sûcan tê de hene, wek: Xwepêşandan, xurdekirina pereyên bîyanî, hewandina çekan, hêsankirina revê û bazirganîya kelûpelên destekdayî.
Ev biryar, pûçkirina fermanên lêgerînên polîsan ên ku di wê heyamê de ji hêla dadwerîya leşkerî ve hatine derxistin, vedihewîne. Lê dozên sûcên giran an jî yên bi mafên kesane ve girêdayî, li xwe nagire.

Armanca vê gavê çaksakirina pergala dadwerîyê, sivikkirina barê welatîyan û çareserkirina bandorên biryarên awarte yên berê ye.