Şam-SANA
Navenda Omran a Lêkolînên Stratejîk, bi hevkarîya Zanîngeha Şamê û bi beşdarîya hindek lêkolîner û xwendekaran, semînarek bi navê “Rola Komelgeha Sûrî li Derveyî Welat di Piştgirîya Pêvajoya Avakirina Dewletê de” li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê, li dar xist.
Birêveberê Cîbicîkar ê Korbenda Sûrî, Xesan Hîto, tekez kir ku koçberên Sûrî ne tenê civateke li derveyî welêt e, belkû ji bo pêşeroja Sûrîyeyê sermayeyeke girîng dinimîne. Rola wan jî ew e ku pêşeroja sîyasî saz bikin, veberhînanê bikin, pisporîyê veguhêzin û piştgirîya civaka sivîl bikin.
Her weha, Me’n Tela’, Rêvebirê Lêkolînan li Navenda Omran, rave kir ku armanca van smînaran xurtkirina hevkarîya nîqaşa neteweyî ye û li ser sê astan tê: Bi semînarên zanînê dest pê dike, dûre perwekarîya lêkolînê, û bi bernameyên hevkarîyê yên xizmeta her du alîyan dike bi dawî dibe.




