Şam-SANA
Hat ragihandin di navbera Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Sûrîyê û Balyozê Komara Gel a Çînê li Komara Erebî ya Sûriyeyê de hevdîtinek pêk hat. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Wezîrê Karên Derve û Koçberan Esed Hesen El-Şeybanî îro li paytext Şamê pêşwaziya Balyozê Komara Gel a Çînê li Komara Erebî ya Sûriyeyê Şî Hongweî kir.
Tê diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de her du aliyan li ser rêbazên pêşxistina hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de û di warên cûda de nirxandin û gotûbêjên balkêş kirin. Di heman hevdîtinê de Balyozê Çînê pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê teyîd kir.

