Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûrîyeyê re, Geir Pedersen û şandeya pê re, civîya.
Her du alîyan li ser pêşketinên dawî yên li herêmê da û stand, her weha, wan rêzgirtina serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyeyê tekez kir, wekî din jî, li ser pêwîstîya peydakirina şert û mercên guncaw bo vegera penaberan, û xweşkirina rewşa mirovî, sekinîn.
