Şam -SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberina Karesatan, hişyarî da ku Sûrîye dê ji esra roja Yekşema bê heta berbanga roja Sêşemê, bikeve bin bandora nearamîyeke keşûhwayê. Di vê demê de tê çaverêkirin ku baranên birûskî û zîpik li deverên cuda cuda bibarin, ligel rabûna bayê daketî yê bihêz ên têkelî xwelî û tozê.
Beşê Hişyarîya Pêşwext û Amadebaşîyê yê Wezaretê, di daxuyanîya xwe ya îro Înê de, dîyar kir pêșbînî heye bandora vê rewşa hewayê di pileya yekem de li ser herêmên rojhilat û başûr be, paşê li ser herêmên Cizîrê, deverên navîn û bakurê rojavayê Sûrîyê be, di demekê de ku dê bandora wê li herêmên peravê kêmtir be.
Daxuyanîyê bal kişand ser wê yekê ku ev rewş dê hemû herêman li xwe negire; dibe ku li herêmekê baran bi xurtî bibare, di heman demê de li herêma nêzîkî wê hewa aram be an jî tenê baraneke sivik bibare. Her wiha bal hat kişandin ser ku texmîn heye qatên ewran ên li ser hev çêbibin, hevdem bin ligel barîna baranên gur di nav sînorên erdnîgarî yên ku zehmet e bi awayekî pêşwext werin destnîşankirin.