Kîyêv-Moskow-SANA
Îro Yekşemê, ji encama êrîşeke Rûsîyayê bi dronekê ku avahîyeke niştecîbûnê ya ji pênc qatan li bajarê Vînîtsayê yê li navenda Ukraynayê kiribû armanc, Şeş kes birîndar bûne.
Îdareya leşkerî ya herêma Vînîtsayê, di daxuyanîyekê de ku ji alîyê ajansa Ukraynform a Ukraynî ve hat ragihandin, dîyar kir ku êrîşê zirarên giran gihandin avahîyê, ji ber ku bû sedema hilweşîna hin beşên di navbera qata duyemîn û ya sêyemîn de, di demekê de ku çar xanîyên avahîyê bi temamî wêran bûn û zirar gihîșt otomobîlên ku li nêzîkî cihê bûyerê rawestîyabûn.
Desthilatdarên Ukraynî dîyar kir ku yek ji birîndaran bi armanca dermankirinê bo nexweşxaneyê hat veguhestin, di heman demê de tîmên rizgarkirinê bi beşdarîya zêdetirî 60 xebatkarên rewşên awarte û 14 makîneyên taybetmend, di xebatên rakirina wêranîyan û serederîya bi bandorên êrîşê re berdewam in.