Îslamabad – SANA
Desthilatdarên Pakistanê, ragihand ku wan cenazeyên çar çîyageran dîtine, ku di encama aşîta berfê de ya ku li çîyayê “Broad Peak” çêbûbû, 10 kes ji wan wenda bûbûn, Broad Peak bilindîya wî digihîje 8051 metreyan û di rêza 12an de ye di nav bilindtirîn çîyayên cîhanê de.
Rêveberîya Geştyarîyê li herêma Gilgit-Baltistanê, dîyar kir ku tîmên lêgerînê cenaze di herêmeke dûr û dijwar de dîtine, û bal kişand ser wê yekê ku ji ber cografya deverê ya sext û dijwar, di dema niha de zehmet e ku wan derxînin.
Ji alîyê xwe ve, Yaneya Çîyayên Alpê ya Pakistanî, eşkere kir ku di lîsteya wendabûyan de çîyagerên ji Nîpal, Pakistan, Eman, Amerîka û Çînê hene; di nav wan de çîyagerê Nîpalî yê navdar Nirmal Purja heye ku xwedîyê rekora cîhanî di hilkişîna 14 lûtkeyên herî bilind ên cîhanê de ye.
Desthilatdaran du firokeyên rizgarkirinê yên girêdayî hêza ezmanî şandin da ku beşdarî operasyonan bibin, di heman demê de Wezareta Derve ya Nîpalê tekez kir ku Îslamabadê piştrast kiriye ku ew dê hemû şîyanên heyî ji bo pêkanîna operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, bicivînin.