Qahîre – SANA
Îro Çarşemê, di encama hilweşîna avahîyeke niştecîbûnê de li devera Hedayiq El-Qubeyê, li Qahîreya paytexta Misrê, 6 kesan jîyana xwe ji dest da û 7 kesên din birîndar bûn.
Hin dezgehên ragihandinê yên Misrê ragihand ku odeya operasyonan a ser bi hêzên Parastina Sivîl ve, agahî derbarê hilweşîna yek ji avahîyên kevnar li devera Hedayiq El-Qubeyê wergirt.
Ev avahî di salên 1950î de hatibû avakirin û ji qateke zemînî û 4 qatên jorîn pêk dihat.
Tîmên rizgarkirinê piştî operasyonên lêgerînê yên ku 10 saetan dom kir, 6 cenaz ku 3 zarok di nav wan de hene û 7 birîndar, derxistin, û da zanîn ku ew ji bo wergirtina guhdana pizîşkî ya pêwîst hatine veguhestin.