Waşington-SANA
Serokê Sindoqa Dahênanê ya Hevalbendîya Bakurê Atlantîkê (NATO) Ari Johnson, eşkere kir ku şerê Rûsya û Ukraynayê pêşgavîyên vê hevalbendîyê di warê teknolojîyên parastinê de ji nû ve dîyar kirine.
Ev guhertin jî bi taybetî ji ber ku sîstemên rûbirûbûna dronan û çavdêrîya fezayî wekî yek ji pêdivîyên herî lezgîn di nav şîyanên hevalbendîyê de derketine pêş, pêk hat.
Sindoqa ku nirxê wê digihîje milyarek Euro (1.12 milyar dolar) û ji alîyê 24 dewletên endamên hevalbendîyê ve tê piştgirîkirin, li ser berfirehbûna li Polonyayê û lêgerîna li veberhênanên rasterast dixebite.
Ev gav di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo lezkirina pêşxistina teknolojîyên dualî li ser baskê rojhilat ê NATOyê, tê avêtin.
Johnson di daxuyanîyekê de ji ajansa “Reuters”ê re got: “Me li van welatan derbasbûn û ketina dronan bi asteke wisa dît ku me li tu cîhekî din nedîtibû”.
Navborî li axaftina xwe zêde kir û got: “Dema mijar tê ser wan gefên ku hûn dikarin wan bi awayekî berbiçav bibînin, ev yek dihêle ku mirov bi hişmendîyeke cuda bifikire”.
Serokê Sindoqa Dahênanê dîyar kir ku pêdivîyên herî lezgîn li ser baskê rojhilat ê NATOyê ew teknolojî ne yên ku dikarin dronan eşkere bikin, bişopînin û wan bêbandor bikin, ji bilî şîyanên hewalgirî û keşifkirina fezayî.
Navborî li dûmahîkê destnîşan kir ku ezmûna ku ji şerê Ukraynayê hatiye wergirtin, bandoreke mezin li ser stratejîya veberhênanê ya vê sindoqê kiriye.