Waşington-SANA
Wezareta Derve ya Amerîkayê duh Înê ragihand ku wan firotina cebilxaneyê bi nirxê 151,8 mîlyon dolarî ji bo Îsraîlê pesend kiriye, bêyî ku pêşkêşî Kongreyê bikin ji bo nirxandinê; wezaretê ev gav bi bihaneya zêdebûna şerê li ser Îranê rewa nîşan da.
Wezaretê wiha nirxand ku ev proseya firotinê dê şîyana Îsraîlê ya ji bo rûbirûbûna gefên niha û yên siberojê baştir bike, berevanîya wê xurt bike û wekî rêgirîyekê li dijî gefan be.
Di rewşên asayî de, pêdivîya firotina çekan a Amerîkayê bi pejirandina Kongreyê heye, lê Wezîrê Derve Marco Rubio efûyek (îstîsna) ji bo vê rêkarê derxist, ku ev yek bû sedema nerazîbûna hinek yasadanerên Amerîkayê.