Rîyad-SANA
Duh Înê, Şaneşîna Erebistana Siûdî bi tundtirîn şêwe, armancgirtina xeta borîyên petrolê ya “Rojhilat-Rojava” li her du herêmên Rîyad û Medîneya Munewere bi çendîn dronên ku ji Iraqê hatibûn şermezar kir.
Di encama wê armancgirtinê de birîndar û zîyanên madî peyda bûn ku kar ji bo çareserkirina wan berdewam dike.
Wezareta Derve ya Siûdîyê di daxuyanîyekê de ragihand: “Şaneşîn dîyar dike ku li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî, derfet tê dayîn ku hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo pêşî li êrîşên ku ji axa Iraqê ber bi Şaneşînê û welatên cîran ve tên kirin bigire, Şaneşînê jî ji alîyê xwe ve dît ku di vê qonaxê de bersivê nede û piştgirîya hewldanên hikûmeta Iraqê bike.”
Wezaretê piştrast kir ku Şaneşîna Erebistana Siûdî mafê xwe di girtina hemû rêkarên ku parastina serwerî, ewlehî, sazî, hevwelatî û niştecihên wê misoger dikin, diparêze.