Waşîngton-SANA
Artêşa Amerîkayê îro Çarşemê, ragihand ku hêzên wê pêleke nû ya êrîşan li dijî hejmarek armancên Îranî temam kirine.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyanîyekê de ku bi rêya hesabê xwe yê li ser platforma Xê belav kiriye ragihand ku Hêzên Amerîkî baregehên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê kirine armanc, ku cihên berevanîya esmanî, sîstemên radarê, sazîyên deryayî, şîyanên çandina mînan û baregehên pêwendîyan, li xwe digirin.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî niha li çar alîyên Rojhilata Navîn hatine belavkirin.