Eman-SANA
Duh Sêşemê danê êvarê, Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihand ku pergalên berevanîya wê ya esmanî serederî ligel 13 mûşekên balîstîk ên Îranî kiriye piştî ku derbasî qada esmanî ya Urdinê bûbûn. Di encamê de wan 10 mûşek asteng kirin û têk birin, di heman demê de 3 mûşek jî li deverine veder dûrî şûnên rûniştina xelkê ketin.
Berdevkê fermî yê Hêzên Çekdar ên Urdinê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera wê ya elektronîk hat weşandin, dîyar kir ku Şaneşîn rûbirûyî êrîşeke mûşekî bûye ku çavkanîya wê axa Îranê bûye. Her wiha da zanîn jî ku rûbirûbûna êrîşê li gorî rêkarên operasyonî yên pejirandî pêk hat, bêyî ku tu kes birîndar bibe yan zîyanên canî peyda bibin.
Hêzên Çekdar ên Urdinê piştrast kir ku yekîne û pêkhateyên wê erkên xwe bi berdewamî di nava 24 saetan de tînin cih, her wiha pergalên çavdêrî û bergirîya esmanî di rewşa amadebaşîyê de ne ji bo rûbirûbûna her gefekê, bi awayekî ku ewlehîya Şaneşînê, silametîya hemwelatîyên wê û serwerîya esmanê wê biparêzin.