Brûksel-SANA
Şewatên daristanan li Ewropayê berfirehtir dibin û ji herêmên Deryaya Navîn ta navend û rojavayê parzemînê vedigirin. Ev yek dibe sedema koçberbûna bi hezarên niştecihan û wêranbûna malan, û hişyarî hatine dan ku ev krîz dê heta payizê berdewam bike.
Li Almanyayê, piştî ku agir 200 metreyî nêzîkî malan bû û li ser rûberê 300 hektarî belav bû, nêzîkî du hezar kes ji gundê “Gey” ê li eyaleta Nordrhein -Westfalenê hatin derxistin.
Operesyonên vemirandina agir, bi sedema hebûna cebilxaneyên neteqîyayî yên ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn li derdoran mane, aloztir dibin. Ev yek di heman demê de bi pêlek ziwabûnê ya dijwar re tê ku li gorî Enstîtuya “Robert Koch”, hejmara kesên ku ji ber pileya germahîyê ya bilind gihîştiye 11,900 kesî, ligel ku hişyarî têne dan ku ev ziwahî dê bandorê li berhemên çandinîyê bike.
Li Brîtanyayê jî, hejmara şewatên salekê ku ji destpêka sala 2025an de hatiye tomarkirin, gihîştiye 1,017 şewatan. Li navenda Îngiltereyê şewatan mal wêran kirin û bihezaran kes ji malên xwe derbider bûn, di dema ku pileya germahîyê li Londonê 38.1 derece hatiye tomarkirin.
Her wiha tê pêşbînkirin ku pileya germahîyê dê li herêmên ku zêdetirî 150 mîlyon kes lê dijîn, li Fransa, Almanya, Belçîka û Holandayê, ji 35 pileyan derbas bibe.
Pispor tekez dikin ku metirsîyên şewatan êdî ne tenê li ser başûrê parzemînê ne, belku metirsî li ser herêmên ku di dîrokê de rûbirûyî şewatê nebûne jî heye, ku ev yek fişarê li ser tîmên agirvemirandinê û çavkanîyên avê zêde dike ligel berdewamîya ziwahîyê.